GuherînerêBînbar/Nûçename/2021/Pûşber

This page is a translated version of the page VisualEditor/Newsletter/2021/June and the translation is 100% complete.

Editing news 2021 #2

Vê gotarê bi zimanekî din bixwîneNavnîşeya abonetiyê ya vê nûçenameya pirziman

 
Dema ku ji nûhatiyan re amûra bersivê «Reply» peyda bû û wan jî hewl dan ku li ser rûpeleke gotûbêjê biweşînin, ew di weşandina pêşbîniyekê de biserketîtir bûn. (Çavkanî)

Di destpêka vê salê de, tîmê guherandinê lêkolîneke mezin li ser amûra bersivê «Reply» çêkir. Armanca sereke ew bû, ku bibîne bê ka amûra bersivê «Reply» alîkariya guherînerên nûtir li ser wiki-yê kir. Armanca duwem ew bû, ku meriv bibîne gelo pêşbîniyên ku guherînerên nûtir bi riya vê amûrê bikar anîne ji pêşbîniyên ku guherînerên nûtir bi riya guherînerê rûpelê yê wikitext-ê yê heyî bikar anîne bêtir divabû werin zîvirandin.

Encamên sereke ev bûn:

  • Guherînerên nûtir yên ku gihiştina wan bi amûra bersivê «Reply» jiberxweyî bû ("pêşbijartî «default»") weşandina wan ji pêşbîniyekê re li ser rûpelekê gotûbêjê gengaztir bû.
  • Pêşbîniyên ku guherînerên nûtir bi riya amûra bersivê «Reply» çêkiribûn ne pir gengaz bû ku bên zîvirandin li hember wan pêşbîniyên ku guherînerên nûtir bi riya guherandina rûpelê çêkiribûn.

Van encaman baweriyê dide tîmê guherandinê ku ev amûr kêrhatî ye.

Li pêş nerîn

Tîm amade dike ku di mehên bê de amûra bersivê «Reply» wekî vebijarkeke vekêşbar ji her kesî re peyda bike. Ev yek berê di Wîkîpediya Erebî, Çekî û Macarî de pêhatiye.

Gava paşê ev e ku pirsgirêkeke teknîkî bê çareser kirin. Dûv re, ew ê amûra bersivê «Reply» pêşî li Wikipediyayên ku tevkarî lêkolînê bûne bicî bikin. Piştî wê, ew ê wê, di qonaxan de, li Wikipediyayên din û hemî wîkîyên ku ji hêla WMF ve têne mêvandarkirin bicî bikin.

Hûn dikarin niha "Discussion tools" li taybetmendiyên beta vêxin. Piştî ku we amûra bersivê «Reply» bir, hûn dikarin her dem di Special:Preferences#mw-prefsection-editing-discussion vebijarkên xwe biguherin.

Whatamidoing (WMF) (gotûbêj)